3 gav û 3darek

Rêza sêdaran li wê meydanê, xêzek nivîs bû, bi xameyeke ji Lozanê di pêçiyên Enqerê de li ser rûpelekî kurdî hatibû nivîsandin. Ew xêz hemû elifên bi dardakirî bûn, weke qendîlên vemirî di hêwana mizgeftekê de piştî nimêja sibê. Hemû zengelokên ku berî kêlîkekê diqêriyan bûn, hemû çavên bi azadiyê kilnebûyî bûn.(...)Di navbera şêx û werîsê sêdara wî de êdî sê gav mabûn, du gav heta sekoyê û gavek heta ser kursiyê di bin werîs de. Di navbera wî û mirinê de sê gav mabûn. Di navbera wî û xwedê de sê gav mabûn. Sê gav dê stûyê wî bigihînin ber sêdarê, ber kenarê şikandina tîbûnê û şikandina hêviyan jî pê re.(...)Şêx ew xêz bi çavên dilê xwe xwendin, dilê xwe yê dihate guvaştin wê katê weke dêwleke av di destê yekî tî de. Çavên wî yên ku dixweriyan dîsa bi hêsir bûn. Wî bi hêsirên germ yên ku li ser dêmê wî herikîn, xemên welatekî dinivîsîn.

Değerlendirmeler

değerlendirme
6 puan

Rehma xwedê li ser Şêx Seîdê Kal'de be. Xwedê cihê wî bihûşt bike. Pirtûka Jan Dost ev e ku behsa Şêx Seîd dike gelek uslûba xwe, gelek jî çîroka xwe ve xweş e. Li ber sêdarê, 3 gavan de pirtûkê diqedîne. Behsa zaroktiya wî, dê û bavê wî û hevalên wî yê medresê, dildara wî ya Perîxanê, hevalên wî û şoreşa wan dike. Gelek caran dilê min şewitand, ez jî tî mam, çavên min tejî bûn û hêstir hatin xwarê. Ez bejna xwe di şexsê Şêx Seîd'de hemû Şehîdê Kurdistanê ditewinim...

Baskı Bilgileri

214 sayfa

ISBN
9944382199

Benzer Kitaplar

Şu An Okuyanlar

Şu anda kimse okumuyor.

Okumuşlar

Nicho
1 kişi

Okumak İsteyenler

Okumak isteyen bulunamadı.

Takas Verenler

Takas veren bulunamadı.
Puan : hepsi | 1 | 2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10
Değerlendirme Zamanı: en yeni | en eski