Pirtûkgeh

Zimano leq û leq, Seriyo teq û req


Tür: Diğer | Açılış, 12 Ocak 2014
<< tüm tartışmalar

Zarok u Jiyana Dewlemend

Tartışma Cevapları
« geri ileri »

1 ile 1 arası cevap gösteriliyor, toplam 1 cevap.
0 kişiden 0 kişi beğenmiş.

Di perwerdehiya zarokan de hînkirina dersan çiqasî girîng be evqasî di hînkirinê de sepandina dersan jî girîng e. Ji ber ku zarok tiştên bi çavên xwe dibînin, hest dikin û bi taybetî dijîn qet cara ji bîr nakin. Di dersan de pirsgirêka herî mezin hînkirina dersa matematîkê ye. Heke mamoste, dersa matematîkê bi tenö rêbaza pêşkeşkirinê vebêje, nikare zarokan hînî matematîkê bike, bervajî dê zarok ji dersê jî heznekin.

Ji ber vê yekê dema em dixwazin zarokên xwe hînî dersan bikin lazim e ku em keresteyên perwerdehiyê baş bi kar bînin. Di hînkirinê de bila zarok bi taybetî tiştê ku dike hîn bibin bila bijî an jî bila bi xwe di nav karê hînkirinê de bin. Dema ku di xwendingehekê de bi taybetî laboratuara matemetîkê hebe dê zarok matematîkê hêsan hîn bibin.

Zarok di jiyana xwe de çi bibînin ji bo pêşerojê dikin referans. Ji ber vê yekê zarok ji aliyê jiyanê ve malbata xwe mînak digrin.Dema zarok di nav malbata xwe de pîrozkirina rojbûnê bibîne dê ewê jî pêşerojê rojbûna zarokên xwe pîroz bike. An jî zarok bi bavê xwe re çûbe nêçira masîyan dê zarok bavê xwe mînak bigre. Yanî zarok heke di malbata xwe de jiyaneke dewlemend bijî dê ev dewlemendiya him dê asoya wî fireh bike û him jî dê jiyanê çêj bigre.

Ji bo zarok ji jiyanê çêj bigrin pêwîst e ku zarok tevlî jiyanê bibin û jiyanê ji her alî ve hîn bibin.Mînak, dema zarok bi bavê xwe re biçe pirtûkxaneyekê dê hişmendîya xwendinê di bin hişê zarok de şîn bibe,dema zarok bi malbata xwe dara biçîne dê hezkirina rîweka di hundirê zarok de pêk were,heke malbata zarok li ajalên kuça xwedî derkeve gumane ku zarok jî pêşerojê li ajala xwedî derkeve.

Ji ber vê yekê bila em bizanibin ku her tevgereke me ji bo zarokan dibe referansek û hişmendiya jiyanek dewlemend.Ji bo vê jî lazim e ku em binhişê zarokên xwe bi jiyaneke dewlemend bixemilînin.Heke em binhişê zarokan bi jiyaneke dewlemend bixemilînin dê zarokên me him ji jiyanê û him jî ji mirovatiyê hezbikin.

M. Ali Basık
Nuçevan.com

10 yıl, 3 ay     
« geri ileri »
Bu gruba katıl!
Grup Kütüphanesi
Tüm Gruplar