Baskı

Şefaq

Bu, Şefaq eserinin bir baskısıdır.Tüm baskıları gör
ISBN-109758637576

Açıklama

Navê Cegerxwîn, navê hostê xebera, xudanê lewzê şîrin, li her çar terefê Kurdistanê, ji rohilatê girtî hetanî roavaê, ji şîmalê hetanî cenûbê nava xwendevanê kurda da xweş eyan e. Şiêrêd wî bûne stran û nava cimetê digerin. Xort û qîzê kurda yê nû bişkivî nivîsarê şayîr bi devkî hîn dikin, bîr û baweriya xwe, miletperweriya xwe bi wan şiêra tam dikin û bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. Tune civînek yan jî êvarek, li ku şiêrêd hilbestvanê kurda yî nav û deng neêne xwendinê.Serpêhatiya Cegerxwîn, ew serpêhatiya miletê me ye: Kesîbî, zulm û zorî, hebs û lêdan, werguhêzî û mihacirî. Lê tevî van gişka -serbilindî û kubarî, mêrxasî û egîtî, hîviya bêşik bi şerkarî bigihîje armanca xwe. Bîr û baweriya nivîsarêd Cegerxwîn ew bîr û baweriya miletê me ye. Ay lama jî ewana ewqas ji aliyê cimetê hizkirî ne û milet wana diparêze.Casimê Celîl

Puan dağılımı

Henüz puan verilmemiş.

Puanlar bu eserin tüm baskılarına aittir. Tüm yorumları gör →

Benzer Kitaplar

Düzenleme Geçmişi

Yükleniyor...