Baskı

Êzdiyatî Civak, Sembol, Rîtûel

ISBN-109944382250

Açıklama

Êzdiyatî yek ji bîr û baweriyên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e. Ji zemanên kevnta niha bi zilm û zor û fermanan hatiye rojevê. Seyyahê ewrûpî Wigram dibêje; eger bîr û baweriyek li gor zilm û zora ku lê hatiye kirin bê nirxandin, gereke ciyê herî girîng û bilind bidin êzdiyan. Xebatên ilmî li ser civaka êzdî û êzdiyatî pir kêm in. Di lîteratura li ser êzdiyan a ku bêhtir bi seyyahên ewrûpî dest pê kiriye de gelek şaşî hene. Heta vêga êzdî bi xwe li ser xwe, li ser dîn û civak û ‘ededên xwe zêde nepeyivîne. Xanna Omerxalî, bi şêweyek zanistî pirsên girîng ên derbarê dînê êzdiyatiyê û tradîsyona wê ya dewlemend de vedikole, gelek daneyên nû pêşkêş dike, bi taybetî li ser tradîsyona dînî ya êzdiyên Transkafkasyayê....em xweşbext in ku Dr. Xanna R. Omerxalî, nûnereke zîrek a nifşê duyemê êzdînasên êzdî, hem gelek behredar e hem akademîkeke perwerî ye û hem jî keseke wesa ye ku hez û evîna kûr a dînê xwe digihîne sirûş û hukmên rast da ku bikare wî dînî baştir têbigihîne û çêtir bide zanîn. Di vê xebatê de, wê, hejmareke gotaran pêşkêş kirine ku tê de babetên rojane yên strûktûra civakî û rîtûelên dînî bi awayekî wesa nîqaş kirine ku ne tenê birreke aliyên heta niha xerîb û kêmnas ên vî dînî li ber xwendevanan radixe, belkî hinek rêkên têgihiştina fikr û boçûna dinyayê û ramana dînî ya ku di bingeha wan de ye jî dabîn dike bo xwendevanan.Philip G. Kreyenbroek (Ji pêşgotina kitêbê)

Puan dağılımı

Henüz puan verilmemiş.

Puanlar bu eserin tüm baskılarına aittir. Tüm yorumları gör →

Düzenleme Geçmişi

Yükleniyor...