Baskı

Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî

ISBN-139789944382861

Açıklama

Kitêba Kerîm Yildiz Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî di nav weşanên Avesta de derket. Ev kitêb, yek ji kitêbên pêşîn e ku bi karesata Kurdên Sûriyeyê dadikeve. Kurd mezintirîn mînorîte ne li Sûriyeyê, û hêj jî di warê mafên mirov de tûşî gelek neheqiyên nedîtî dibin. Ligel kitêbên din ên Kerîm Yildiz -The Kurds in Iraq û The Kurds in Turkey- ev kitêb, xwe dispêre tehlîlên wî yên berfireh ên sebaret bi rewşa mafên mirov ya mezintirîn grûba etnîk a bêdewlet li dinyayê. Yildiz, rewşa hevçerx a Kurdên Sûriyeyê, di çarçoveya dîroka Sûriyeyê de û di wê rewşa wê ya niha de ku ji layê DYAyê ve bi dewleteke deryasayî dihê girtin, vedikole. Halê hazir, sedî pêncehê dahata Sûriyeyê diçe bo mesrefên leşkerî -lewre Sûriye hest bi gefa cîranên xwe li ser xwe dike, û ev yek di awayê muameleya ligel mînorîteyan de diyar dibe.

Puan dağılımı

Henüz puan verilmemiş.

Puanlar bu eserin tüm baskılarına aittir. Tüm yorumları gör →

Düzenleme Geçmişi

Yükleniyor...