Eser· Kitap

Ber Êvarî

qeyikJi bo zarokên ku li Amedê hatin kuştinWê sal bêrîkirina te bîninÛ tiliyên te yê ji ewranMizgîna ziwabûnê bidinWê dengê teWeke qeyikeke kaxezî were..Wê dereeeeeeeeeeng bigihîje!Jinên qehreman ên helbesta kurdîHelbestvana kurd Jana Seyda zimanê xwe yê rojane di rêya hevokên qisekirane û qewîn derbas dike, hertim wateyên surprîz û nîşanin dîtir distînin.Ew li ser teksta xwe dixebite weke çawa darbirr dixebite ku darê ji koka wê de hilke da ku perçeyên zêde û şaxin perçivî bavêje.Jana xwe nawestîne da ku bedewiya helbesta xwe derîne, tu dibînî ku di her paragrafekê ji paragrafên xwe vêketiye, gelek wateyan dide hevok û gotinên xwe wek ku lîskeke cihê dilîze ku wateyeke tenha û nîşaneke tenha nede teksta xwe.Dê kesek şûna salan li ser destên te nebîneNe jî bejna te ya ku rojekî li ber wêXwar bûDê kesek diwîta xêzkirî di çavên te de nebîneNe jî tîpên navê wêÛ pêjnên wê yên seferêDi rehên te deDê kesek nizanibe ku ew di dilê te re derbas bûyeTu jî dê jibîr nekî..Aferîn ji vî dengê aram û veşartî û û bilind dirêj re weke dengê darekê dema bagereke şêt di ber re derbas dibe..İbrahim Hisso, Welatê Me, 2007

Baskılar1

Bu eserin yayımlanmış baskıları. Bir baskıya tıklayarak yayınevi, ISBN, sayfa sayısı ve basım bilgilerini görebilirsiniz.

Ber Êvarî

Ber Êvarî

Düzenleme Geçmişi

Yükleniyor...

Puanlama

Henüz puan verilmemiş.

Yorumlar

Henüz yorum yok.