Xewnên Zîvîn
Di vê kitêbê de; tayên Nêrgizan, gazinên Ehmedê Xanî, hêviya jinên dara şikestî, helbestên bi bask yê Feqiyê Teyran, bîranînên zarokên berdêliya welatekî...Hesreta du Qumriyan, fira Kevokan, firîkên genim yê deşta Qoserê, kenê Xecîcokan yên li hinarikên rûyê Nîsanê, tama ava kaniya zozanan, hêstirên çavên Xezalan...Şîretên rîspiyên êlan, hepriya jineke koçber, pelikên dara gwîzê, kildankek tije ji kilê Siphanî, emrê dara çinarê, dengê bilûrê, xeyala eşqiyayekî demê, giriyê girtiyekî mêr yê veşarî...Neynikek şikestî, şehek ji hestî, straneke birîndar ya mişextiyekî, bêdengiya gundekî kaviltirî...Şerbikek suryaniyan, şekirê îda ermeniyan, agirek ji tifika êzdiyan û kêfa civateke êvara Midyadiyan... hene.
Baskılar1
Bu eserin yayımlanmış baskıları. Bir baskıya tıklayarak yayınevi, ISBN, sayfa sayısı ve basım bilgilerini görebilirsiniz.
Düzenleme Geçmişi
Yükleniyor...
Puanlama
Yorumlar
Henüz yorum yok.

