Bi şev mêrdîn stêrik e
Çîrokên nû ên Fewzî Bîlge bi navê Bi şev Mêrdîn stêrik in di nav weşanên Avesta de derket.Bi roj Mêrdîn gerdeniyeke zêr e. Li ber tava rojê arekî li ber bê ku çirûsk jê dipekin, weke teyrê tawisekî spî ku perê xwe vekiribe û dabe tîna tavê ye. Bi şev Mêrdîn stêrk in. Riya kadizkê ye carinan Mêrdîn. Rûyekî nepen e... ...Bi şev Mêrdîn stêrk in. Bi xaniyên kevirê spî û neqişandî, dîmenên ji dilê dîrokê reviyayî, bi bêhna xwe ya nepen, bi rengê mirovên xwe yên esmer Mêrdîn bi şev esmer e. Weke Labîrenta Pan, kolanên wê yên teng, bêhna lewanta, qaqule, kuncî, şekirê behîvên Mêrdînê ye, Mêrdîn.Mêrdîn ciyê ku mirov li evînê diqewime, li rastiyê diqelibe û di rastiyê de digewime ye.Bi şev Mêrdin stêrk in. Gerdeniyeke mircan, bişirîneke şêrîn, xewneke xweş, ramûsaneke germ a qîzikeke file, suryanî, keldanî, êzdî, kurd an jî ereb e Mêrdîn. ...Cumek benîştê Elkê, di nava destmala xwişka min de, qutiyek çaya Seylanê ya qaçax di paxila diya min de veşartiye ye. Çend kîlo titûna Xursê, çend kiruse pelên cixarê yên binya xetê, di nava qumatka birakê min ê piçûk de veşartiye ye Mêrdîn.
Baskılar1
Bu eserin yayımlanmış baskıları. Bir baskıya tıklayarak yayınevi, ISBN, sayfa sayısı ve basım bilgilerini görebilirsiniz.
Düzenleme Geçmişi
Yükleniyor...
Puanlama
Yorumlar
Henüz yorum yok.

